Lîbya..biryarên hikumeta “Wîfaq” û hikumeta demkî hatin betalkirin

Hikumeta Lîbyayê ya nû hemû biryarên hikumeta Wîfaq û hikumeta demkî ku piştî 10’ê Adara borî hatine pesendkirin, betal kirin.

Ev biryar û erkdarkirinên ku ji aliyê hikumeta Dibbeh ve hatine betalkirin, girêdayî guhertinên li navendên qanûnî yên li saziyên giştî ne.

Li gorî hikumeta Lîbyayê ya nû ku beriya bêhtirî 2 hefteyan hatiye avakirin, “ev biryar ne li gorî rêkarên qonaxa veguheztina desthilatdariyê ne”.

Malpera Itamilradar: Tikriyê careke din balafirên şer dişîne Lîbya

Li aliyek din û di wextekî de ku behsa bidawîbûna hebûna hêzên biyanî û çeteyên li Lîbyayê tê kirin, Malpera Îtalî ya bi navê “Itamilradar” ku çavdêriya tevgera balafirên şer li ser Deryaya Spî dike, tekez kir ku Tirkiyê careke din dest bi şandina balafirên şer ber bi baregeha Wetiyayê ya Lîbyayê ve kiriye.

Li gorî malpera navborî, ne duh pêr, balafireke şer a ji cureyê Airbus A400M ji Enqerayê derket û li baregeha Wetiyayê barê xwe danî.

Back to top button