Greva birçîbûnê li girtîgehên Tirkiyê ket roja 127’an

Li dijî tecrîda girankirinî ya li Îmraliyê û ji bo azadiya Rêber Apo, çalakiyên greva birçîbûnê li zindanên Tirkiyê di meha 5’an de dewam dike.
Însiyatîfa Navnetewî ya ji bo Azadî Rêber Apo jî banga berdewamkirina çalakiyên li dijî tecrîdê kir.
Dr. Dario Azzelli ku li Zanîngeha Cornell a li DYE’yê wezîfedar e got ku ji bo aştiyê Ocalan xwedî roleke diyarker e.

Çalakiya greva birîçîbûnê ya giritiyên PKK û PAJK’ê li zindanên Tirkiyê dewam dike.

Çalakiya girtiyan ya bêdem û bidorveger ji aliyê koma 26’an di roja 127’an de dewam dike.

Bi heman armancê Li kampa penaberan a Mexmûrê greva birçîbûnê di roja 106’an de didome.

Penaberên Kurd ku li Kampa Lavrîo ya Yewnanistanê dimînin jî çalakiya greva birçîbûnê di roja 89’an de didomînin.

PRZ. Kazim Bayraktar bang li gel kir ku bi hev re têkoşînek polîtîk pêş bixin

Têkildarî dewama tecrîda ser Rêber Abdullah Ocalan Parêzer Kazim Bayraktar axivî.

Prz. Kazim Bayraktar diyar kir ku gelek armancên tecrîdê hene ku tê xwestin civak bê bêdengkirin ê HDP’ê jî were girtin.

Prz. Kazim Bayraktar destnîşan kir ku dewleta Tirk dixwaza bi tecrîdkirina Rêber Ocalan bandora wî bişkîne û pêşniyarên wî yên ji bo çareseriyê asteng bike.

Prz. Kazim Bayraktar bang kir ku divê hêzên hundirin têkevin nava çalakiyan û bi hevre têkoşînek polîtîk pêş bixin.

DR. Dario Azzelli: Ji bo aştiyê Ocalan xwedî roleke diyarker e

Dr. Dario Azzelli yê ji Almanyayê ku niha li Zanîngeha Cornell a li DYE’yê wezîfedar e têkildarî tecrîda li Îmraliyê û bêdengiya welatên rojavayî ji nirxandin kirin.

Dr. Azzellini diyar kir ku ku dewleta Tirk a modern bi rêya qirkirina civakê ava bûye û tecrîda li Îmraliyê bi rengekî girankirî dewam dike û xuya ye ku Tirkiye ne alîgirê çareseriya aştiyane ye.

Dr. Azzellini destnîşan kir ku ji bo aştiya li Kurdistan, Tirkiye û herêmê Ocalan xwedî roleke diyarker e, ku azadiya wî bi tena serê xwe gelekî girîng e.

Back to top button