Ji bo çareseriya rewşa li Sûrî, Yemen û Rojhilata Navîn wê Konseya Ewlekariyê bicive

Neteweyên Yekbûyî (NY) ragihand ku Konseya Ewlehiyê dê di vê mehê de civînên têkildarî Sûriye, Yemen û çareseriya li Rojhilata Navîn pêk bîne.

Nûnerê Viyetnamê yê NY’yê Dang Dinh Quy got:

Konseya Ewlehiyê 8’ê Nîsanê wê gelek civînan li dar bixe û nîqaşên despêkê jî wê li ser paqijkirina mayinan be.

22 Nîsanê jî dê bi beşdariya nûnerên Îsraîl û Filistînê nîqaşek der barê çareserkirina aloziya Filistîn-Îsraîlê de, pêk were.

Dîplomat got Konseya Ewlehiyê dê di 6’ê Nîsanê de çekên kîmyewî ên Sûriyê û rêkeftina siyasî li Sûriyê û her wiha aloziyên li Yemenê jî gotûbêj bike.

Der barê rewşa Myanmarê de Dang Dinh Quy diyar kir ku Konseya Ewlehiyê rewşa Myanmarê bi baldarî dişopîne, her wiha dê 9’ê Nîsanê civînek der barê vê mijarê de jî were lidarxistin.

Back to top button