Li rojhilatê Taywanê qezayek trenê pêk hat, herî kêm 48 kes mirin

Li rojhilatê Taywanê qezayek trenê pêk hat û di encamê de herî kêm 48 kes mirin.

Qeza li herêma Hualien ya li rojhilatê welat pêk hat.

Tê gotin di encama ji rêderketina tirenê de qeza pêk hatiye û herî kêm 48 kes mirine.

Her wiha 66 kes jî birîndar bûne.

Di trenê de gelek geştiyar û kesên ji Festivala Qingming vedigeriyan malên xwe jî hebûn.

Wezîrê Gihandinê yê Tayvanê diyar kir ku di trenê de 490 rêwî hebûn û ji ber geştiyariyê gelek kes ji li ser lingan mabûn.

Ev qeza li welat di nava 40 salên dawiyê de ya herî kujer bû.

Li welat 2018’an di encama qezayek ya tirenê de, 18 kes miribûn û 175 ji birîndar bûbûn.

1981 û 1991’an jî du qeza pêk hatibûn û di encama her yek ji wan de 30 kes miribûn.

Back to top button