Rojnamegerên ji doza helîkopterê girtîbûn, piştî 175 rojan hatin berdan

Rojnamegerên ku ji ber nûçeya du kesên ku li Wanê ji helîkoperê hatin avêtin çêkirin hatibûn dilgirtin piştî 175 rojan hatin berdan.

Rûniştina doza ku ji ber nûçeya avêtina Osman Şîban û Serwet Tûrgût a Îlona 2020’an ji helîkopterê ya li Wanê, rojnamevan Adnan Bîlen, Cemîr Ûgûr, Zeynep Dûrgût, ehrîban Abî û Nazan Sala hatibû vekirin, li Dadgeha Cezaya Giran a Wanê hat dîtin. Di dozê de rojnameger bi îdiaya “endamtiya rêxistinê” dihatin darizandin.

Piştî parastina rojnameger û parêzeran, bi şertê kontrola edlî biryara berdana rojnamegerên girtî hat dayîn.

Hevserokê Komeleya Rojnamegerên Dîcle û Firatê (DFG) Serdar Altan, Serokê Sendîkaya Rojnamegerên Tirkiyê (TGS)

ku ji bo şopandina dozê li edliyeyê bûn, derbarê biryarê de axivîn.

Kesên axivîn destnîşan kirin ku rojnamegerî ne sûc e û biryara ku hatiye dayîn di encama piştevaniyê de pêk hatiye.

Back to top button