PAJK: Di bihara sala 1949’an de zayîna jiyaneke nû bû

Koordînasyona Partiya Azadiya Jin A Kurdistanê (PAJK) û Partiya Jiyana Azad a Kurdistanê (PJAK) 4’ê Nîsanê rojbûna Rêber Apo li tevahiya gel pîroz kirin.
Ji bo azadiya Rêber Apo banga bilindkirina têkoşînê hat kirin.

Koordînasyona Partiya Azadiya Jinê ya Kurdistanê (PAJK) bi boneya 4’ê Nîsanê rojbûna Rêber Ocalan daxuyaniyek da.

PAJK’ê rojbûna rêber APO li tevahî jinên têkoşîner û gelê Kurdistanê û Rojhilata Navîn pîroz kir.

PAJK’ê got ku di bihara sala 1949’an de zayîna jiyaneke nû li ser xaka Kurdistanê vejîn bû, navê vejîna nû rojbûna Rêber APO bû.

Koordînasyona Partiya Azadiya Jinê ya Kurdistanê (PAJK) bal kişand ser xeteriya li ser Rêber Ocalan û bang li hemû civakê bi taybet li jinan kir ku bi hemû hêza xwe tevlî tekoşîna Pêngava ‘Dem Dema Azadiyê’ bibin û heya azadiya fîzîkî ya Rêber APO bi rola xwe ya pêşengiyê rabin.

PJAK’ê banga bilindkirina têkoşînê kir

Partiya Jiyana Azad a Kurdistanê (PJAK) jî bi boneya roja 4’ê Nîsanê rojbûna Rêber Ocalan û salvegera damezrandina xwe daxuyaniyek da.

PJAK’ê rojbûna rêber APO li malbatên şehîdan, girtiyên siyasî û welatparêzan pîroz kir.

PJAK’ê bang li hemû alî û kesan kir ku bi hêviya pêkhatina jiyana azad hewldanên ji bo domandina bihêztirîn têkoşîna demokratîk û azadîxwaz raber bikin.

Partiya Jiyana Azad a Kurdistanê (PJAK) soz da ku wê heya pêkanîna Netewa Demokratîk ya bi pêşengtiya jinan û gihîştina armancên şehîdên rêya azadiya Kurdistanê têkoşîna xwe bidomînin.

Back to top button