Dewleta Tirk gundê Amarayê ku Rêber Apo lê ji dayîk bûye, dorpêç kir

Dewleta Tirk ji bo pêşî li pîrozbahiyên rojbûna Rêber Ocalan bigire, gundê Amarayê ku Rêber Ocalan lê hatiye dinê dorpêç kir.

Gundê Amara ya bi ser navçeya Xelfetî ya Rihayê ji aliyê polîs û leşkerên dewleta Tirk ve hate dorpêçkirin.

Dorpêça ku ji taxa Gogan a navçeya Xelfetî destpê dike heta pêşiya mala ku Rêber Ocalan lê hatî dinê dewam dike.

Polîsan hemû riyên diçin gundên Amarayê ji aliyê wesayîtên zirxî ve girtin.

Parlementerê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Omer Ocalan nerazîbûn nîşanî polîs û leşkerên ku Amara dorpêç kirine, da.

Parlementerê HDP’ê Omer Ocalan: Bila her kes 4’ê Nîsanê li cihê lê pîroz bike

Omer Ocalan got ku pradîgmaya Rêber Ocalan di dil û hişê gel de cihê xwe girtiye û wê ev pradîgma û felsefe wê timî bijî.

Parlementerê HDP’ê Omer Ocalan diyar kir ku 4’ê Nîsanê rojbûna hemû gelan e û daxwaz kir ku her kes 4’ê Nîsanê li cihê lê pîroz bike.

Back to top button