Konê çalakiyê li Şehbayê di roja xwe ya 16’an de ye

Çalakiyên ji bo rewşa tenduristiya rêber Apo li Bakur û Rojhilatê Sûriyê berdewam dikin.
Li Şehbayê jî çalakiya kon di roja xwe ya 16’an de ye..
Li navçaya Çilaxa ya kantona Qamişlo jî bi boneya rojbûna rêber Apo şahiyek ji bo zarokên şehîdan hat lidarxistin.

Konê çalakiyê di 18’ê Adarê de li Şehbayê hatiye vedan.

Şêniyên navçeya Babinês ya şehbayê tevlî konê çalakiyê bûn..

Li bin konên çalakiyê axaftin ji aliyê endamên meclisên navçeyê hatin kirin û diyar kirin ku rêber Apo proja mirovahiyê pêşkêşî wam kir û ewê jî ji bo azadiya rêber Apo û berxwedan û têkoşîna xwe bilind bikin..

Li bin konê çalakiyê nirxandinên serokatî hatin guhdar kirin û helbest hatin xwendin.

Li navçeya Çilaxa ya Qamişlo şahiyek ji zarokên şehîdan re hat lidarxsitn

Meclisa Malbatên Şehîdan a navçeya Çilaxa ya kantona Qamişlo jî, bi boneya rojbûna rêber Apo şahiyek ji zarokên şehîdan re li dar xist.

Şahî li qeraxê bendava Zexîra hate li darxistin.

Pîrozbahî bi deqeyek rêzgirtin dest pê kir. Piştre axaftin ji aliyê Meclisa Malbatên Şehîdan hat kirin û hat diyar kirin ku rêber Apo bi fikir û giyana xwe bi gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê re dijî.

Piştre koma Şehîd Rojbîn Ereb a Navenda Çand û Hunerê gelek stranên folklorî pêşkêş kirin.

Her wiha şanoyek bi navê “Aştî” hate pêşkêşkirin.

Back to top button