“Di meha Adarê de 28 jin hatine kuştin, 19 jî bi guman mirin e”

Platforma Emê Kuştina Jinan Rawestînin ragihand ku di meha Adarê de li Tirkiyê 28 jin hatine kuştin, 19 jî bi şêwazekî bi guman mirine.

Platforma Emê Kuştina Jinan Rawestînin (KCDP) rapora têkildarî kuştina jinan a maha Adarê weşand.

Li gorî raporê di meha Adarê de 28 jin hatine kuştin, 19 jî bi awayekî bi guman mirine.

Ji 28 jinên hatine kuştin, 20 kes sedema kuştina wan nehate zanîn, 1 ji ber mijara aborî, 7 ji ber cudabûnê, redkirina zewacê, redkirina têkiliyan, xwestine li ser jiyana xwe biryar bidin, hatine kuştin.

Jinên hatine kuştin jî:

13 jin ji aliyê hevjîn, 4 ji aliyên nasê xwe, 3 ji aliyê mêrê bihevre, 3 mêrê berê pêre zewicî, 2 jî xizim, 2 bira, 1 ji aliyê mêrê berê bi hev re bûn, hatine kuştin.

Piraniya jinên hatine kuştin ji sedî 64 li mala xwe, 14 bi çekê, 9 bi amûrên birek, 3 bi xenqandin, 1 bi şewatê ne.

Jinek jî nehate zelalkirin bê ka çawa hatiye kuştin.

Li aliyê din sedema kuştina 20 jinan jî nehatiye zelalkirin.

Di raporê de nerazîbûn nîşanî Serokkomar Erdogan ê ji Peymana Stenbolê vekişiyayî hate dayîn û hate gotin:

Ger peyman bihata bicihanîn wê 28 jin li din mede bûna.

Her wiha teqezî li ser têkoşîna bi biryardarî ya ji bo xwedîderketina peymanê hate kirin.

Jinek li Konyayê hate kuştin

Li hemwextî vê raporê, duh jî li Konya ya Tirkiyê jina bi navê Bûket îlhan li qadeke vala ku fîşek li serê wê ketî kuştî hat dîtin.

Back to top button