QSD’Ê: ŞERVANÊN ME 157 ÇETEYÊN BIYANÎ LI BAXOZÊ GIRTIN

Şervanên QSD’ê yên li nava kampa Baxozê hebûna çeteyên DAIŞ’ê tine dikin doh bi operasyoneke taybet derbeke giran li wan dan..
157 çeteyên biyanî yên hewl didan birevin, ji aliyê şervanan ve hatin girtin.

Fermandariya Pêngava Bagera Cizîrê têkildarî şerê tinekirina DAIŞ’ê li Baxozê daxuaniyek da.

Fermandariyê bi bîr xist ku li devera dawî, di navbera şervanên wan û çeteyên DAIŞ’ê de şerê giran heye heye û ev aghî parve kirin..

Çeteyên li hemberî pêşdeçûyîan şervanên me têk diçin li rêya revê digerin.

Şervanên me bi operasyoneke taybet da pey şopa van çeteyan û 157 kes tevî çekê wan bi saxî girtin.

Fermandariyê ragihand ku çeteyên hatine girtin biyanî ne û bi salane di nava DIAŞ’ê de şer birêve dibin.

Leave a Reply

Back to top button