Bi boneya 4’ê Nîsan…Meclisa Jinan a PYD’ê li Qamişlo şahiyek li dar xist

Bi boneya 4’ê Nîsanê rojbûna Rêber Abdullah Ocalan, Meclisa Jinan a PYDê li Qamişloyê şahiyek li dar xist.

Şahî bi beşdarbûna bi dehan şêniyên Qamişlo, endamên PYDê û Kongreya Star li baxçeyê Şehîdan a Qamişlo hat lidarxistin.

Di şahiyê de, endama Meclisa Jinan a PYD’ê Bêrîvan Mihemed rojbûna Rêber Apo li gelê herêmê bi giştî û li jinan bi taybet pîroz kir û got:

“Rêber APO rêberê mirovahiyê ye, ji ber ku parastina mirovahiyê dike û banga adalet û azadiya hemû gelan dike, ev 22 sal in di girtîgehê de ye.”

Şahî bi gotina stranên şoreşgerî û gerandina govendan bi dawî bû.

Back to top button