Nînewa Salih: Dadgehkirina Çîçek Kobanê derqanûnî ye û divê cezeya were betalkirin

Endama Serdozgeriya Giştî ya Herêma Firatê Nînewa Salih diyar kir ku dewleta Tirk bi darizandina Çîçek Kobanê qanûnên navneteweyî bin pê kir.

Nînewa Salih anî ziman “Li gorî qanûnên navneteweyî ne ji mafê dewleta Tirk ku Çîçek Kobanê darizîne, ji ber ku Çîçek hemewlatiyeke Sûrî ye û weke sivîl ji hêla çeteyan ve hate girtin.”

Nînewa tekez kir ” Ji ber van binpêkirinan divê dewleta Tirk were cezekirin û cezayê heta hetayê li Çîçek Kobanê were betalkirin û vegerînin Sûriyê.”

Jixwe, li gorî Navenda Belgekirina Binpêkirinan, hejmara welatiyên Sûriyê yên ji bo Tirkiyê hatine veguhestin da ku li wir werin dagirzandin gihaşt 140 kesan.

Ev hemû sûc jî di nava bêdengiyeke navneteweyî de pêk tên.

Back to top button