Hemwelatîbûna rûmetê da Rêber Abdullah Ocalan

Meclîsa Şaredariyê ya Rendeyê ya bi ser bajarê Cosenza Italyayê ev bi yek dengî hemwelatîbûna rûmetê da Rêber Abdullah Ocalan. 

Meclîsa Şaredariyê ya Rendeyê ya bi ser bajarê Cosenza Italyayê ev bi yek dengî hemwelatîbûna rûmetê da Rêber Abdullah Ocalan.

Şaredarê Rendeyê Marcello Manna li meclîsa şaredariyê axivî, da xuyakirin ku hewce ye êdî were destnîşankirin li Tirkiyê mafê mirovan tê redkirin.

Manna diyar kir Rêber APO ji bo ku pirsa Kurd bi rêyên aştiyane çareser bibe têdikoşe.

Endama Komîteya Çandê ya Meclîsa Şaredariyê Marta Petrusewîcz xelata ku Bûroya Aştiyê ya Navnetewî (IPB Italya) 2016’an dayî Rêber APO bi bîr xist û wiha anî ziman;

”Ne tesadûf e ku layiqî vê xelatê hatiye dîtin. Rêber Ocalan ku di pêvajoya aştiya Rojhilata Navîn de bi roleke kilîdê ye, sembola têkoşîna azadiyê ya gelê Kurd e.”

Matra diyar kir Rêber Ocalan ev 22 sal in di nava tecrîdeke giran de tê girtin. Mafê mirovan tê binpêkirin, destûr nayê dayîn ku malbat û parêzer wî bibînin.”

Endama Meclîsê Lîsa Sorrentîno jî bi bîr xist ku dewleta Tirk hebûna Kurdan înkar dike, gundê wan dişewitine, bi hezaran Kurd qetil dike û êşkenceyê li wan dike.

Heta niha li Italyayê gelek şaredariyan hemwelatîbûna rûmetê dane Rêber Apo.

Back to top button