BÊRÎVAN XALID: EM Ê HEYA RIZGARKIRIN EFRÎNÊ BI RIHÊ NEWROZÊ TÊBIKOŞIN

Hevseroka Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûrî Bêrîvan Xalid diyar kir ku Ew ê heta rizgarkirina Efrînê bi rihê Newrozê têbikoşin.

Berîvan Xalid destnîşan kir ku bi nêzîkbûna têkçûna DAIŞ`ê re ew amadekariyên pîrozkirina Newrozê dikin û got:

“Lê têkçûna DAIŞ`ê nayê wateya bi dawîbûna hişmendiya wê li herêmê.

Em hewl didin şêniyên ku di bin bandora hişmendiya DAIŞ`ê de mane vegerînin cewhera wan ya xwezayî.”

Bêrîvan destnîşan kir ku di heman demê de ew Newroza îsal bi êş pêşwazî dikin ji ber ku rastî salvegera dagirkirina Efrînê tê û wiha anî ziman:

“Em soza xwe ji şêniyên Efrînê re dubare dikin ku em ê Efrînê rizgar bikin.”

Di dawiyê de Bêrîvan Xalid Newroza îsal li tevahiya gelên Bakur û Rojhilatê Sûrî û şervanan pîroz kir.

Leave a Reply

Back to top button