Nemam ji bo alîkariya koçberan jiyana xwe kir feda

Bijîşk û çalakvana Kurd Nemam Xefûrî ji ber coronayê jiyana xwe ji dest da. Seroka desteya rêveber a MSD’ê Îlham Ehmed û fermandarê giştî ya QSD’ê Mazlûm Ebdî sersaxî xwest û gotin “Me jineke bihêz winda kir.” Her wiha Tevgera Azadiya Jinên Êzdî TAJÊ jî keda Nemam di rizgarkirina Êzdiyan de anî ziman û wefata wê bi windabûnekê bi nav kir.

Bijîşk û çalakvana Kurd Nemam Xefûrî ji ber şewba vîrûsa coronayê jiyana xwe ji dest da.

Nemam ji navçeya Koysincaq a Hewlêrê ye.

Dema hêzên kujer ên Sedam Hisên êrişî herêma wan kir, Nemam tevî malbata xwe di temenê biçûk de koçberî Îranê kir, piştre berê xwe da Swêdê.

Nemam Xefûrî li Swêdê beşa tibê xwend, piştre dîsa vegerî Başûrê Kurdistanê da ku alîkariya kesên ku di şerê navxweyî de bûne qurban, bike.

Her wiha Nemam rêxisitina nehikumî ya bi navê Joint Help For Kurdistan damezirand.

Xebata vê rêxistinê bi giranî ji bo jinên êzdî bû.

2014`an, dema çeteyên DAIŞ`ê êrişî Koban û Şengalê kir, Nemam Xefûrî di destekdayîna koçberên her du bajaran de, roleke girîng lîst.

Îlham Ehmed: Me jineke bihêz winda kir, Nemam sembola jina rasteqîn e

Seroka desteya rêveber a MSD’ê Îlham Ehmed sersaxî ji malbat û hevalên Nemam re xwest.

Îlham li hesabê xwe yê Twitterê got: “Me jineke bihêz winda kir, Nemam wekî sembola jina rasteqîn e.”

Mezlûm Ebdî sersaxî ji malbata Nemam re xwest

Her wiha fermandarê giştî ya QSD’ê Mazlûm Ebdî jî ji bo wefata Nemam Xefûrî xemgîniya xwe anîbû ziman û li hesabê xwe yê Twitterê gotibû:

“Me agahiya mirina bijîşk Nemam Xefûrî bi xemgîniyeke kûr bihîst.

Me kesayeteke hêja û çalakgereke mezin ku ji bo alîkariya gelê Kobanê û civaka Êzdî jiyana xwe kiribû feda, winda kir.”

TAJÊ: Nemam jiyana bi dehan mirovan rizgar kir, ji me re windahiyeke mezin e

Tevgera Azadiya Jinên Êzdî TAJÊ jî têkildarî mijarê peyamek sersaxiyê weşand.

TAJÊ diyar kir ku Dixtora Neman Xefurî jî êşa ferman û enfalê di zaroktiya xwe de kişandibû, di fermana 3’yê Tebaxa 2014’an de berê xwe da Şengalê û jiyana bi dehan mirovan rizgar kir.

TAJÊ got:

Me agahiya wefata Dixtor Neman Xefurî bi xemgînî girt.

Wefata wê ji bo me weke civak û jinên Êzdî windahiyak mezin bû.

Back to top button