”Peymana Stenbolê hem jinê, hem demokrasiyê li ser piyan dihêle”

Hevşaredara bajarê Mezin a Amedê Gultan Kişanak a girtî bi nameyekê bertek nîşan vekişîna ji Peymana Stenbolê da û got:”Îmzekirina Peymana Stenbole jî encama têkoşîna jinê bû, Peymana jinê, zarok û demokrasiyê li ser piyan dihêle, ne mafê Tirkiyê ye ku ji vê Peymanê vekişe”.

Li Tirkiyê tevgera jinan, di mijara wekheviya zayenda civakî de, bi ked û hewldaneke mezin riyeke gelek dirêj li pey xwe hiştiye.

Îmzekirina Peymana Stenbole jî encama têkoşîna jinê bû.

Bertekên li dijî betalkirina Peymana Stenbolê jî her ku diçe zêde dibin.

Derbarê mijarê de, Hevşaredara bajarê Mezin a Amedê Gultan Kişanak a ku li girtîgehan Tîpa F a Kandirayê gitiye, nameyek şand.

Di nameya xwe de Gultan dibêje:

Li welatekî ku herî kêm rojane 3 jin ji aliyê mêran ve tên kuştin, hikumeta wî welatî ji Peymana Stenbolê ya pêşî li tundiya li ser jinê digire, xwe vedikişîn e.

Armanca esas a Peymana Stenbolê ev e ku dewletên alîgir di mijara pêşîgirtina tundiya li hember jinan de, di girtina her cureyê tedbîrê de berpirs in. Bi biryarnameyekê rakirina vê peymanê, cesaret di mêran de afirandiye.

Desthilatdariya ku heta niha di mijara pêşîgirtina tundiya li ser jinê de berpirsyariya xwe neaniye cih; bi vê pêngavê rûpoşê xwe derxistiye û rûyê xwe yê rast nîşan daye.

Gultan Kişanak di dewama nameya xwe de got:

Li Tirkiyê tevgera jinan, di mijara wekheviya zayenda civakî de, bi ked û hewldaneke mezin riyeke gelek dirêj li pey xwe hiştiye.

Di mijara mafên qanûnî û mafên jinan de destkeftiyên girîng hatin bidestxistin. Polîtîkayên girîng ên ku wekheviya zayenda civakî hedef dikir, pêş xistin. Îmzekirina Peymana Stenbole jî encama têkoşîna jinê bû.

Hevşaredara bajarê Mezin a Amdedê Gultan Kişanak zanîn ku divê jin xwedî li Peymana Stenbolê derkevin û pêşî li vê bigirin. Peymana Stenbolê, jin, zarok û demokrasiyê li ser piyan dihêle

Back to top button