Greva birçîbûnê li girtîgehên Tirkiyê ket roja 128’an

Çalakiyên greva birçîbûnê yên bi armanca azadiya rêber APO ku li zîndanên dewleta Tirk hatine destpêkirin, bi biryardarî dewam dikin.
HDP’ê jî ragihand ku ew ê bi hêza ku ji gel distînin li dijî tecrîda ku Tirkiye dixe nava felaket û tariyê tebikoşin.

Çalakiya greva birçîbûnê ya girtiyên siyasî yên ji doza PKK û PAJK’ê a ji bo azadiya Rêber Abdullah Ocalan li girtîgehan hat destpêkirin, dewam dike.

Çalakiya girtiyan bi dewrgirtina koma 26’emîn di roja 128’an de berdewam dike.

Li Mexmûrê jî çalakiya grevê birçûbûnê 107’an de dewam dike.

Çalakiya penaperên li kampa Lavrîo ya Yewnanistanê di roja 90’î an de ye.

HDP: Em ê li dijî tecrîda ku Tirkiyê dixe nava felaket û tariyê tebikoşin

Li aliyê din jî Komîteya Rêveberiya Herêmî ya HDP’ê di çarçoveya kampanya “Destpêkê Edalet” de di 31’ê Adarê de li Mêrdînê foruma “Ji bo Vîna Gelan Edalet” li dar xistibû.

Encamnameya formê hat eşkerekirin û tê de derbarê tecrîda li Îmraliyê bal tê kişandin.

Hat diyarkirin ku domandina tecrîda li Îmraliyê binpêkirina hiqûqê ye û hat destnîaşnkirin ku tecrîda li Îmraliyê tê meşandin li Tirkiyê hemû belav bûye.

HDP’ê di encamnameya forma xwe de piştgiriya xwe ji bo girtiyên li dijî tecrîdê di grevê de ne da.

HDP’ê teqez kir ku ew ê bi hêza ku ji gel distînin li dijî tecrîda ku Tirkiye dixe nava felaket û tariyê tebikoşin.

Back to top button