Biden piştevaniya Ukrayna ya li dijî Rûsya kir

Li rojhilatê Ukrayna tevgera leşkerên Rûsî Ewropa û DYA xistiye nava fikaran.
Ukrayna dibêje, Rûsya gefê li ewlekariya wan dixwe.
Serokê DYA Biden bi awayekî eşkere piştevaniya xwe ya bo Ukrayna ragihand.
Lî sînorê welat rewş aloz û metirsîdare.

Ev der herêma Donbas yê dikeve rojhilatê Ukraynayê ye.

Li herêmê piştî tevgerek zêde ya leşkerî ya Moskova, Kiev ketiye nava fikaran.

Sererkanê Fermandariya Ukrayna Ruslan Homçak 30’ê Adarê li parlamentoya welat axivî û îşaret bi metirsiya heyî kir.

Ruslan Homçak diyar kir ku Rûsya bi hinceta tetbîqata leşkerî hêzê li sînorê welat kom dike.

Vê yekê hem li Ewropa û hem jî li nava DYA metirsî derbikeve.

Berdevkê Kremlîn Dmitriy Peskov hebûna tevgera leşkerî piştrast kir û got:

Mafê Moskovayê heye ku li nava sînorê welatê xwe, li gorî dixwaze artêşê bêxe tevgerê.

Li dijî vê yekê NATO, Ewropa û DYA di her fersendê de fikarên xwe tînin ziman.

Serokê DYA Joe Biden bi hempîşeyê xwe yê Ukraynî Volodimir Zelenskiy re peywendiyek telefonî pêk anî.

Koşka Spî têkildarî peywendiya navbera serokan daxuyaniyek nivîskî weşand û wiha got:

Serok Biden li dijî tevgera Rûsya, careke din piştevaniya xwe ya bi yekparbûna xwaka welat re aniye ziman.

Biden têkildarî mijara Covid-19 û aboriyê jî piştevaniya xwe aniye ziman.

Amerîka: Rûsya têkildarî Ukrayna agahiyên nerast parve dike

Berdevka Koşka Spî Jen Psaki jî di daxuyaniya çapemeniya rojane de li ser mijarê bersiva pirsên rojnamevanan da.

Me ev film beriya niha jî dîtibû. Beriya niha jî Rûsya di êrîşên xwe yên li ser Ukrayna de agahiyên nerast parvekiribû. Em ji rewşa heyî bifikarin. Di vê mijarê de, em bi hevkarên xwe yên Ewropare di nava danustandinan de ne.

Li herêma rojhilatê welat Donbasê, di navbera komên cudakar yên alîgirên Moskova û hikumeta Kievê de ji 2014’an ve şer didome.

Heta niha ji ber şerê rûdayî zêdeyî 13 hezar kes mirine.

Back to top button