Hikumeta Lîbya biryarên hikumeta Wîfaq betal kir

Hikumeta Lîbyayê ya nû ragihand ku hemû biryar û tedbîrên ku ji aliyê hikumeta El-Wîfaq û ya demkî ve piştî 10`ê Adara borî derketine, hatine betalkirin.

Di nava biyarên ku hatine betalkirin de, guhartinên ku her du hikumetan di kêliyên dawî de, di saziyan de pêk anîbûn.

Hikumeta El-Wehda El-Weteniye ya Lîbyayê ya bi serokatiya Abdulhemîd Debîba ragihand erkdarkirinên ku her du hikumetan pêk anîbûn, ne li gorî pêvajoya veguherandina serweriyê ne.

Li gorî encamên komxebata siyasî, berpirsyarên serweriya rêveberiyê bi temamî vedigere Meclisa Serokatiyê û hikumeta nû.

Hikumeta Debîba di 15`ê Adara borî de bi awayekî fermî hate erkdarkirin û hin biryarên hikumeta El-Wîfaq a berê, betal kirin.

Back to top button