Rêxistinên Navnetewî belgeyên sûcên ku artêşa Etiyopya kirî eşkere kir

Tevî hemû hişyariyên di qada navnetewî de artêşa Etiyopya li dijî gelê Tîgrayê dest bi êrîşê kir.
Di encama van êrîşan de bi hezar sivîl hatin kuştin û bi şêwazî komî tecawîz pêk hatin.
Rêxistinên navnetewî bi belgeyan komkujiyên ku artêşa Etiyopya li dijî gelê Tîgrayê pêk anî belge kirin.

CNN Internatinol û Rêxistina Efûya Navnetewî bi xebateke hevar sûcên Artêşa Etiyopya belge kirin.

Cara yekmîn li ser Televizyona Tigrayê  dîmenk ji herêma Mahibere Dego
ya Eyaleta Tigray hat weşandin.

Di dîmen de tê dîtin ku mirovên bê çek bi awayekî rêz li tenişta hev didin rûniştandin û guleyan li wan dibarînin.

Çekdarên ku gule dibarînin cilên artêşa Etiyopya li wan e û bi zimanê Amharî dipeyîvin.

Her wiha li hev şîret dikin ku dema gulyan li mirovên bêçek dibarînin, gule vala neyên avêtin.

CNN bi malbatên 10 kuştiyên ku tê bawerkirin li wir hatine kuştin, hevdîtin pêk anî.

Yek ji xweşika kesê kuştî diyar kir ku ew birayê xwe ji cilên dawî yên lê bûn naskiriye.

Heta vê kêliyê nayê zanîn ku kesên kuştî têkiliyên wan bi Eniya Rizgariya Gel a Tigray re heye yan na.

Şêniyên herêmê anîn ziman ku Artêşa Etiyopya di meha Çile de 39 mêr ji malên wan girtin û birin.

Di 4 Mejdara 2020’an de Artêşa Etiyopa li dijî Eniya Rizgariya Gel a Tigray, operasyon destpêkir.

28 Mejdara 2020’an jî Artêşê bajarê Mekele ji kontrola Eniya Rizgariya Gel a Tigrayê derxist.

Her çiqas dawîkirina operasyonê hat ragihandin jî, lê heta niha êrîşên li ser herêmê didomin.

Di 5 mehên dawiyê de pêlen koçberiyê ji Eyaleta Tigray gihişt 900 hezar kes.

Jimarê kesên ber bi Sûdanê ve koçber bûn jî 75 hezar kes derbas kir.

Back to top button