Misir ji bo careke din li qenalê rêgirtin pêk neyê wê qenalê fireh bike

Qenala Suveyşê yek ji girîngtirîn rêyên bazirganiya cîhanî ye.
Piştî sekinandina kêştiya Ever Given û felckirina rêya bazirganiyê, cîhan û bi taybet dewleta Misir ket nava tevgerê.
Ji bo carek din bûyerên bi vî rengî pêk neyên, Misir biryara firehkirina Qenala Suveyşê da.

Qenala Suveyş ku demara bazirganî ya navbera Derya Spî û Sor de ye, rojên derbasbûyî ji ber rawestina keştiyekê, qenal hatibû girtin.

Serokê birêvebirina Qenala Suveyş a Misirê Usama Rebîe ji Televizyona CNN re axivî û got:

Keştiya Ever Given ya ku 6 rojan li Qenala Suveyş ya Misirê li ser axê runîştîbû, rêya bazirganiyê dabû sekinandin.

Ji bo pêşî girtina li qewimîna bûyerên bivî rengî wê Qenala Suveyşê were fireh kirin.

Piştî dawî kirina pirojeya firehkirinê wê bi tu awayan Qenala Suveyşê neyê sekinandin.

Usama Rebîe diyar kir ku kurahiya Qenala Suveyşê 24 metre ye û pêwîstiya wê bi zêdetirîn kurahî tuneye.

Serokomarê Misirê Ebdulfetah El Sîsî jî 30 Adarê ragihandibû ku firehkirina Qenala Suveyşê pêkane û girêdayî peywirdarên teknîsyenan e.

Ji sala 1980 ve lêkolînên peydakirina korîdoreke du alî tên kirin.

Xebatên firehkirina Korîdorê herî dawî di 6’ê Tebaxa 2015’an de bi xerckirina 6 milyar dolar pêk hatbû.

Dirêjahiya Qenala Suveyşê 193 kilometre ye û Deryaya Spî û Derya Sor bi hev girê dide.

Di aboriya Misirê de çavakaniya sêyemîn a herî mezin a borseya derve ye, ku hatinên wê ya salane digihêje 5-6 mîlyar dolarî.

Back to top button