NY: Heta 2030’an wê milyarek mirov bikeve rewşa hejariyek zehmet

Netewên Yekbûyî (NY) ragihand ku ji ber hejariya vîrûsa Corona bixwere dayî avakirin, wê heta 2030’an biqasî milyarek kes ber bi rewşa hejariya zehmet ve herin.
Serokê Bernameya Bihêzkirinê ya NY (UNDP) Steiner bang li welatên G20 kir ku ji bo vê rewşa heyî polîtîkayên xwe ber çavan re derbas bikin.

Li cîhanê hejariya ku heyî zêde dibe.

NY diyar kir ku ji ber Vîrûsa Corona ji 72 welatên asta aboriya wan lewaz û navîn qerdê wan zêde bûye û ger pêşiya vê yekê neyê girtin rewş wê hîn zehmetir bibe.

Li gorî daxuyaniya ji aliyê Bernameya Bihêzkirinê ya NY (UNDP) ve hatî dayîn,

87 milyar dolar ji yê vê salê, navbera 2021-2025’an jî 598 milyar dolar di nava xeteriyê de ye.

Serokê UNDP Achim Steiner têkildarî mijarê daxuyaniyek çapemeniyê da û got:

Ger hewildan neyê kirin krîz wê herku dem derbas bibe zêdetir bibe.

Achim Steiner bibîr xist ku ji 72 welatan tenê 49 li gorî bernameya welatên G20 ya dirêjkirina dema qerdê wane û bang li 20 welatên cîhanê yên aboriya wan baş kir ku polîtîkayên xwe careke din ber çavan re derbas bikin.

Achim Steiner daxuyanirin ku ger gavên şînber neyên avêtin wê rewş hîna metirsîdar bibe.

Steiner dazanîn ku li gorî raporên di encama lêkolînan de hatine ber destê wî;

Heta 2030’an li gorî senaryoya herî xerab biqasî milyarek mirov wê di rewşa hejariya zehmet de bin.

Pispor pêşbînî dikin ku ji van 250 milyon kesên hejar jî wê ji ber rewşa heyî bi nexweşiyan re rûbirû bimênin.

Serokê aboriya UNDP George Molina jî got:

Rewşa 19 welatên ku pêwiste 220 milyon dolar qerdê xwe bidin jî hejar û netêrkerin.

Back to top button