Weke her car hewldana derbasbûna Artêşa dagirker a ji gundewarê Eyn Îsayê re rastî bersivdayîna şervanan hat û têk çû.
Dewleta Tirk a dagirker û çeteyên xwe şevê din êrîşî gundên Mielek û Seyda ên navçeya Eyn Îsayê kirin û hewl dan derbasî wan gundan bibin.
Lê şervanên QSD’ê di çarçoveya parastina rewa de, hewldana wan têk bir û êrîşên wan pûç kirin.
Piştî çete bi baş de reviyan jî, dagirkeran heman gund û her wiha rêya M4 kirin armanc û li herêmê şer qewimî.
Li gorî agahiyên destpêkê, di encama şer de, erebeyek çeteyan hatiye rûxandin û panzêrek jî hatiye derbkirin.