DIYAR XERÎB: TIRKIYÊ NIHA DI QONAXA HERÎ LAWAZ DE YE

Endamê Konseya Serokatiya Koma Civakên Kurdistan (KCK)’ê Diyar Xerîb, li ser bandora çalakiyên greva birçîbûnê yên li dijî tecrîda li ser Rêber Ocalan axivî.

Diyar Xerîb diyar kir ku niha Tirkiye di qonaxa herî lewaz de ye û wiha got:

“Ger dewleta Tirk di vê qonaxê de bersiva Leyla Guven û hemû çalakgerên greva birçîbûnê nede û tecrîdê li ser Rêber Ocalan raneke, wê derbasî qonaxek kirîtîk bibe.

Xerîb destnîşan kir, ku bi dawî anîna tecrîda li ser Rêber Ocalan, tê wateya bi dawî hatina tecrîda li ser gelê Kurd û got:

“Wê deriyek nû ji bo gelê Kurd vebe.

Ji ber wê giring e hemû kesên ku azadiya gelê Kurd dixwazin, divê piştgiriya çalakiyên grevên birçîbûnê bikin.”

Endamê Konseya Serokatiya Koma Civakên Kurdistan (KCK)’ê Diyar Xerîb herî dawî got:

“Gelê Kurd û tevgera azadîxwaz a gelê Kurd di pêşengtiya Rêber Apo de aktorekî giring e, ji ber wê tu hêz û aliyek nikare wê bê bandor bihêle û paşguh bike.”

Leave a Reply

Back to top button