Li Dêrik û Minbicê rojbûna Rêber Apo bi meşan hate pîrozkirin

Bi sedan şêniyên bajarê Dêrik û herêma koçerat bi boneya 4’ê Nîsanê rojbûna Rêber Abdullah Ocalan meşek li çiyayê Qereçox pêk anî. 

Meş li gundê Qereçoxê dest pê kir û heta Çiyayê Qereçoxê domiya.

Meşvanan posterên Rêber Abdullah Ocalan hildan û bi sloganên ‘Azadî ji Rêber Ocalan re’ berz kirin.

Paşê, li ser Çiyayê Qereçoxê sînevîzyona li ser jiyana Rêber Abdullah Ocalan hate nîşandan.

Bi heman armancê, li Minbicê jî bi pêşengtiya jinên ciwan meşek pêk hat.

Meş ji ber çerxerêya Mîzan a bajêr dest pê kir û heta yarîgeha Beledî domiya û li wir jinên ciwan daxuyaniyek da.

Di daxuyaniyê de rojbûna Rêber Apo hate pîrozkirin û hate gotin ku Rêber Apo bi fikirê xwe rêya rizgiriyê nîşanî hemû gelan daye.

Back to top button