Sîwana Meclisên Gundên Êzidiyan, rojbûna Rêber Abdullah Ocalan li Rojhilata Navîn bi taybetî li civaka Êzidî û gelên Kurdistanê pîroz kir.
Sîwana Meclisên Gundên Êzidiyan bi vê boneyê peyamek weşand û got:
“Rojbûna Rêber Ocalan, ziman, têgihiştin, rastî û serdema rastiyeke jibîrkirî ye û 4’ê Nîsanê weke rojek ku azadiya gelan û mirovahiyê tê de pêk hatiye ye.
Ji ber vê yekê, tecrîdkirina mirovekî azad ku rojeva xwe ya bingehîn azadî ye, tecrîdkirina gel û hemî mirovahiyê ye”.
Sîwanê her wiha diyar kir ku wê tecrîdkirina Ocalan dawiya desthilatdariya AKP-MHP’ê bi xwe re bînê û rastiya Rêber APO mezin bike.
Sîwana Meclisên Gundên Êzidiyan di dawiyê de, bang li alîgirên azadî, wekhevî û demokrasiyê kir ku bibin dengê berxwedana wan a bi-heybet.