Li Somalyayê 76 çete hatin kuştin û 10 çete hatin girtin

Li Somalyayê, 76 çeteyên tevgera “Hereket El-Şebab” li ser destê artêşa welêt hatin kuştin.

Roja Şemiyê, çeteyên “Hereket El-Şebab” li dijî baregehên leşkerî yên hêzên artêşê 7 êrîşên mezin li parêzgeha Şibîla Jêrîn û Glgdod pêk anîn.

Fermandarê hêzên Bejahî yên Somalyayê Mihemed Tehlîl Bîjî ragihand ku hêzên wan bersiva van êrîşîan da û di encama vê bersivdayînê de, serçete jî di nav de, 76 çete hatin kuştin û 10 çete jî hatin girtin.

Back to top button