Myanmarê…NY hişyariya şerê sivîl da

Li Myanmarê piştî êrîşa asmanî ya artêşê bi hezaran kes koçber bûn, li ser vê jî Neteweyên Yekbûyî hişyariya “şerê sivîl” da.

Yekîtiya Neteweyî ya Karen (KNU) bi daxuyaniyekê ragihand ku ji ber aloziya mirovî ya li Myanmarê, 12 hezar kes neçar mane gundên xwe berdin.

Berdevkê desthilata leşkerî jî da zanîn ku ew li bendê ne ku KNU li gorî agirbesta îmze kiriye tev bigere.

10 rêxistinên ku 10 netewên nijadî temsîl dikin û muhra xwe danîne binê agirbesta bi artêşa Mynamarê re, dawiya vê hefteyê civînekê li dar dixin.

Gelek komên çekdar jî ragihand ku ew piştgiriya van deh rêxistinan dikin û wê li dijî desthilatê çekê rakin.

Ji bo vê yekê, Nûnera NY bo Mynamarê Christine Schraner Burgener metirsiya xwe anî ziman û hişyariya şerê sivîl li Mynamarê da.

Heta niha li Mynamarê herî kêm 550 kes hatine kuştin û 2 hezar û 700 kes jî hatin girtin.

Back to top button