Rêxistinên hiqûqî yên Rûsî: Rûsyayê çekên qedexekirî li dijî Sûriyan bi kar dianîn

Jimareke rêxistinên Rûsî yên nehikûmî, sûcên şer ên Rûsyayê li Sûriyê bi raporekê raxistin ber çavan.
Rêxistinan eşkere kir ku Rûsyayê di çarçoveya piştgiriya rejîma Esed de, çekên kîmyewî û siyaseta dorpêç û birçîkirinê li dijî Sûriyan bi kar anîne.

Rûsya, ya ku ji destpêka şoreşa Sûriyê ve piştgiriyê dide rejîma Esed, li dijî gelê Sûriyê bi hezaran sûcên şer kirine.

Li ser van binpêkirinan, hin rêxistinên Rûsî yên nehikûmî, bi raporekê, beşdariya Moskoyê di bombebarankirina sivîl û destekdana rejîmê de, raxistin ber çavan.

Rapora van rêxistinan, xwe dispêre gotinên zêdeyî 150 dîtevanên Sûrî yên ku ji ber şer reviyane.

Amadekerên raporê anî ziman ku “Civaka Rûsî ji rola welatê xwe ya hevrikiya Sûriyê, bi awayekî têrker nayê agahdarkirin.”

Rapor dibêje:

“Li gorî vegera li belge û hevdîtinên digel penaberên li derve, artêşa Rûsî li şûna deverên çekdaran bombe bike, kombûnên sivîlan dikirin armanc.

Leşkerên Rûs li dijî xelkê, çekên qedexekirî jî bi kar anîne.

Her wiha li herêmên serweriya rejîmê, siyaseta birçîkirin, revandin û êşkencekirina mirovan kiriye.”

Jixwe tê zanîn, hikumeta Şamê ya ku Rûsya destekê didê, 21 Tebaxa 2013 bi çekên kîmawî girt ser Xûtaya Rojhilatî ya Şamê û bi sedan sivîl fetisand û kirin qurban.

Her wiha di Nîsana 2017an bi heman çekan êrîşî Xan Şîxûna Idlibê kir.

Amadekerên raporê, nekarîn derbasî Sûriyê bibin, lê li gelek welatan digel kesên ji ber cengê penaber bûne, hevdîtin kirine.

Amadekeran da xuyakirin ku, piraniya penaberan, diyar dikin Rûsya hêzeke rûxîner e û li dijî Sûriyan kirêttirîn hovîtî kirine.

Raporê şehadeta jineke taxa El-Weir a Himsê eşkere kir ku, piştî 6 mehên destpêkirina bombebarana hêzên Rûsî, jimara qurbanan ji ya ku rejîma Esed di 2 salan de kuştibû, zêdetir bû.

Sûc û binpêkirinên Rûsyayê li Sûriyê nayên jimartin, Rêxistinan di rapora xwe de bang li desthilatên Rûsî dike ku lêpirsînên serbixwe der barê bordûmanên artêşê de pêk bîne û qurbanan qerebû bike.

Back to top button