Urdinê…Gelek kesayetên payebilind hatin girtin

Ji ber sedemên ewlehiyê, Desthilatên Urdinê gelek kesayetên payebilin girtin.
Li welêt hêzên ewlehiyê lêpirsîneke giştî daye destpêkirin.
Piştî vê yekê, gelek dewletên Erebî û Amerîka piştgiriya xwe bi Urdinê re nîşan da.

Li Urdinê şevê din ji ber sedemine ewlehiyê, Desthilatên Urdinê kesayetên payebilind girtin.

Desteya Erkana Urdinê bi daxuyaniyekê ragihand ku, derdora 20 kesayetan payebilin hatine girtin, lê girtina emîr Hemze El-Hisên idîa ne û ne rast e.

Di encama lêpirsînên hêzên ewlehiyê de, Şerîf Hesen Zêd û Ibrahîn Ewed Ellah û hin kesên din hatin girtin….

Dewletên Erebî û Amerîka pişta Urdinê girt

Piştî van girtinan, dewletên Ereb û navnetewî bi peyaman piştgiriya xwe bi biryar û rêkarên qiralê Urdinê Ebdullah ên ji bo parastina ewlehiya welêt da.

Komkara welatên Erebî piştgiriya qiralê Urdinê kir û bawriya xwe pê anî, ji ber ew hewl dide ewlekariya welêt li gorî destûr û qanûnê biparêze..

Sekretêrê giştî yê Meclisa hevkariya dewletên kendava Erebî Nayif El-Hecref jî diyar kir ji ber rêkarên parastina ewlehiyê, meclisa hevkariyê li kêleka Urdinê disekine.

Her wekî, Kiwêt, Misir, Iraq, Uman, Behrên, Îmarat û Siûdiyê jî heman piştgirî nîşan da..

Amerîka jî teqez kir ku qiralê Urdinê hevkarekî bingehîn ê DYA ye û bi awayekî giştî ew piştgirê wê ne..

Back to top button