Ji fermandarên YPJ’ê Jiyan Tolhildan diyar kir, operasyon fikirê DAIŞê yê tundraw ê li kampê belav bûye, bi dawî nake, lewra divê cîhan vê dosyê çareser bike.
Ji fermandarên YPJ’ê Jiyan Tolhildan ku beşdarî Operasyona Mirovî û Ewlehiyê bûye got:
Ev opresyon berdewama têkoşîna ku ji beriya 6 salan ve li dijî DAIŞê tê meşandin, e.
Jiyan Tolhildan diyar kir ku hêzên wan qonaxa yekemîn a operasyonê li gorî plangeriyê, bi şêweyekî pîşeyî û bi rihekî bilind bi dawî kir û dê li ser vê rêbazê jî, qonaxên din bibin serî.
Jiyan destnîşan kir ku ev operasyon dê dawî li fikrê DAIŞê yê li kampê neyîne û erka têkbirina vî fikirî ne tenê ji Rêveberiya Xweser tê xwestin, lê belê erka cîhanê tevahî ye.