KCDK-e cejna Paskalya li civaka Xiristiyan pîroz kir

Dîwana Hevserokatiyê ya KCDK-E’yê diyar kir ku cejnên weke cejna Paskalya, rihê jiyaneke hevpar û azad a ji nasname û baweriyên cuda, xurtir dike.

Dîwana Hevserokatiyê ya KCDK-E’yê têkildarî Cejna Paskalyayê daxuyaniyek da û got:

“Mezopotamya her tim bûye ew qad ku mirovahî lê bi pêş ketiye û jiyana hevpar ava bûye.

Efrîn beriya ku ji aliyê dewleta Tirk a qirker ve bê dagirkirin, yek ji mînakên herî baş ên vê yekê bû.

KCDK-E’ diyar kir ku Paskalya, bi pergala jiyana hevpar a azadîparêz û wekhevîparêz a bawerî û nasnameyên cuda, bû yek.

KCDK-E’ê di dawîya daxuyaniya xwe de cejna Paskalya li hemû civaka Xiristiyan pîroz kir û hêvî kir ku ev cejn di nava gelan de bibe sedema aştî û biratiyê.

Back to top button