Ji ber barana zêde ya li eyaleta Rojhilatê Nusa Tenggara ya Endonezya lêhî rabû û herî kêm 44 kes mirin.
Berdevkê Navenda Rêveberiya Afet a Netewî Raditya Jati têkildarî felaketa ku lêhiyê bixwere aniyî daxuyaniyek da.
Raditya Jati diyar kir ku ji ber barana zêde ya li gorî dema herêmê saet 11:00’an, lêhî rabûye.
Jati diyar kir ku heta niha wan xwe gihandine cenzeyê 44 kesî û 9 kes jî tê dermankirin.
Ji ber lêhiyê malên bi sedan kesî ziyan dîtin û xebatên lêgerîn û xelaskirinê didomin.
Berpirsan ji bo eyaletên Sumatra, Java ya Navîn, paytext Jakart û herêma Yogyakart hişyariya barîna baranek zêde da.