Ji gundê Dargirê yê Mabata 4 sivîl hatin revandin

ji navçeya Mabata jî dagirkeran 4 sivîl revandin. Ji bo belavkirina fikrên tundrew dewleta Tirk navendeke olî ya din li navçeya Cindirêsê vekir.

27’ê Adara borî, li heman gundî, çeteyên dagirkeriya Tirk 4 sivîl revandin.

Çavdêriya Sûrî ya Mafên Mirovan ragihand ku çeteyan bi hêcetên ne rast şêniyên bi navê

Rustem Izet Elî 35 salî

Emîr Cemîl Cemal 25 salî

Xelîl Emîr 27 salî

Behzad Osman 50 salî revandin.

Çavdêriyê diyar kir ku çeteyan bi giranî kesên revandî êşkence kirin û xistin girtîgeha Maratê ya Efrînê.

Rêxistinên AKP’ê û Ixwan El-Muslimîn li Cindirêsê dibistanek olî vekir

Li aliyekî din, dagirkeriya Tirk ji bo tirkkirina herêmê û belavkiririna fikrên tundrew, navendên olî li Efrînê zêde dikin.

Çavdêriya Sûrî ya Mafên Mirovan diyar ku di demeke ku asta perwerdeyê li Efrînê lewaz dibe, çalakiyên tevgerên olî yên tundrew li Efrînê zêde dibin.

Li gorî Çavdêriyê, li navenda navçeya Cindirêsê, rêxsitinên girêdayî AKP’ê û Ixwan El-Muslimîn dibistaneke olî vekir.

Çavdêriyê her weha destnîşan kir ku ev çalakiyên olî yên tundrew, zarok û ciwanên Efrînê armanc dikin.

Back to top button