Artêşa Tirk gundê Mielek û Cedîde topbaran kirin

Êrîşên dagirkeran her û her herêmê dikin armanc û dîsa êrîş li ser gundên navçeya Eyn Îsayê hebûn.

Duh dengê topên dagirkeran bênavber ji navçeyê dihat bihîstin û gundên Mielek û Cedîde, her wiha rêya M4 hatin topbarankirin.

Ev êrîş piştî êrîşên ku duh destê sibê li ser gundên Mielek û Seydayê hatibûn kirin, çêbû, ku; dagirkeran hewl dida derbasî van gundên navborî bibana, lê rastî bersivdayîna şervanên QSD’ê hatin û neçarç revê bûn.

Back to top button