2 şanoyên dawî hatin pêşandan û duh çalakî bi dawî bûn

Ji ber rewşa qedexeya derketina derve ya ji ber vîrûsa Coronayê, tê payîn îro çalakiyên Mîhrîcana Şano ya Yekta Herkol bi dawî bibin. 

Şevê din li navenda Mihemed Şêxo ya Qamişloyê, di çarçoveya Mîhrîcana Şehîd Yekta Herkol de, koma Tolhildan a Xweser a ji Hesekê, Şanoya bi navê Qîrîn ku behsa 5 jinên ciwan ên li kargehek cilan dixebitin û li dijî keysbaziya xwediyê kargehê têdikoşin, dike, hate pêşandan.

Her wiha Koma Şehîd Hêvî ya ji bajarokê Rimêlan jî şanoya Qaîmeqamê Nû ku behsa astengdarekî mejî dike, hate pêşkêşkirin.

Bi vî awayî, pêşandana 9 şanoyên ku di 28 Adarê bi diruşmeya Qîrîna Waşokanî de hate destpêkirin, bi dawî bûn.

Dihat payîn, Mîhrîcan di 6 Nîsanê de bi dawî bibaya, lê ji ber rewşa qedexeya derketina derve ya li herêmê hatiye ragihandin, Mîhrîcan îro bi dawî dibe.

Back to top button