
Li gel teqandina rêjeya pêketiyan, sibe li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûrî qedexeya beşî, ku li hin deveran giştî ye jî, dest pê dike..
Rêveberiya Xweser sibe qedexeya beşî li hemû deverên herêmê disepîne; ku ji saet 4’ê piştî nîvro heta 6’ê sibehê tevger qedexe dibe.
Lê belê ji ber hejmara zêde ya rewşên Coronayê, Rêveberiyê qedexeya giştî li Qamişlo, Hesekê û her wiha li Reqayê ragihandiye.
Her du biryar jî wê ji dîroka 6 meha 4 heta 12’ê mehê dirêj bikin..
Jixwe di nava 24 saetên dawî de, 3 kesan li herêmê jiyana xwe ji daye û 105 kes nexweş ketine.
Heta vê kêliyê bi giştî, 10 hezar û 509 kes nexweşên Coronayê ne û 392 kes jî mirine.