Li Kampa Holê, çeteyek li pey yê din dikevin destê hêzan de.. Yekîneyên Antî Terorê îro 3 çeteyên din ên şaneyên veşartî yên DAIŞê girtin.
Ajansa Nûçeyan ANHA’yê ragihand ku 2 komên Yekîneyên Antî Terorê serê vê sibehê di 2 çalakiyên cuda de, 3 çeteyên ku agahî li ser hêzên Asayîşa kampê kom dikirin, girtin.
Li gorî agahiyan, ev çete, der barê liv û tevgera malbatên DAIŞ’iyan de jî, agahî berhev dikirin.