Komîteya Azadiya Rêbertî ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê, ji bo azadiya Rêber Apo heta niha 25 hezar “e-mail” ji CPT re şandine…
Pêngava ku 27’ê Adarê destpêkirî, encamên wê duh ji aliyê Komîteya Azadiya Rêbertî ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê ve hatin eşkerekirin.
Pêngav, peyameke “e-mailê” bû, da desthilata Tirkiyê gavên cidî bavêje.
Heta niha li gorî encamên komîteyê, 25 hezar û 821 “e-mail” ji CPT re hatine şandin.
Komîteya Azadiya Rêbertî ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê têkildarî vê yekê got:
“Divê CPT ‘ê erka xwe bi cih bîne, zextê li dewleta Tirk bike da ku bihêle parêzer û malbata Rêber Ocalan serdana wî bikin.”