YE: Aramiya Lîbyayê bi derketina hêzên bîyanî pêkan e

Piştî hikumeta nû ya Lîbyayê, Yekîtiya Ewropa jî çareseriya aloziya Lîbyayê bi derketina hêzên biyanî yên li welat ve girê da.
YE diyar kir ku derketina çeteyan ji Lîbyayê û pêkanîna peymana agirbestê di bin çavdêriya hêzên navneteweyî de, şertên vegera îstiqrarê û serweriya Lîbyayê ye.

Dîplomatekî Ewropayê ji tora El-Erebiye re li Brukselê axivî û wiha got,

Derketina hêzên biyanî û çeteyên ji Lîbyayê, şertekî îstiqrara Lîbyayê û seweriya wê ye.

Dîplomat diyar kir ku piştî serdana serokê Konseya Ewropayê Charles Michel dê gelek rêveberên Ewropayê di demek nêz de serdana Lîbya bikin.

YE piştgiriya pêkanîna peymana agirbestê ya di bin çavdêriya NY û piştgiriya hikumeta bi serokatiya Ebdulhemîd El-Debîba, dike.

Charles Michel bi El-Debîba re civiya, her wiha tevî serokê Meclisa Serokatiyê Mihemed El-Menfî û wezîra karên derve ya Lîbyayê Necla El-Menqûş re dan û standin pêk anîn.

Her wiha Necla El-Menqûş jî doh careke din diyar kir ku divê hemû hêzên biyanî ji Lîbyayê derkevin.

Back to top button