Di hilbijartinên giştî yên Bûlgaristanê de, Partiya Welatiyan a ji bo Pêşketina Ewropayê (GERB) a Serokwezîr Boyko Borisov bi ser ket.
Duh li welatê Bûlgaristanê hilbijartina giştî ya ji bo meclisa nû pêk hat.
6 milyon û 355 hezar û 633 hilbijêr çûn ser sandoqan û dengê xwe dan.
Li gorî encamên destpêkê, ji 240 kursiyî, Partiya Welatiyan a ji bo Pêşketina Ewropayê ya Bûlgaristanê (GERB) a bi serokatiya Serokwezîr Boyko Borisov bi ser ket.
Partiya Sosyalîst a Bûlgaristanê (BSP) jî bû partiya duyemîn.