Ji bo axê û hemû zindiyan barîna baranê berket e.
Lê barana zêde jî bixwere felaketê têne.
Li Endonezya û Rojhilatê Tîmûrê ji ber barana zêde lêhiya ku rabûyî bû sedem ku herî kêm 90 kes bimirin.
Li Eyaleta Rojhilatê Nusa Tenggara ya Endonezya û Rojhilatê Tîmora ji ber barana zêde lehî rabû û jimara kesên mirî gihişt 90 kesî..
Berdevka Navenda Rêveberiya Afet ya Netewî a Endonezya Raditya Jatî ragihand ku di encama felaketa lehiyê ya li bajarê Floresê de heta niha cenazeyê 66 kesî hatiye dîtin.
Raditya Jatî diyar kir ku nêzî 42 kes windane û 9 kes jî hatine dermankirin.
Ji ber lehiyê li Rojhilat Tîmora jî herîkêm 21 kes mirine.
Jatî da zanîn ku xebatên lêgerîn û xelaskirinê didomin û ji bilindbûna jimarê miriyan bifikarin.
Berdevka Navenda Rêveberiya Afet ya Netewî a Endonezya da xuyakirin ku malên bi sedan kesî ziyan dîtine û bi hezaran kes jî malên xwe derketine.
Berpirsan ji bo eyaletên Atîşa, Sumatra, Java Navîn, paytext Jakart û herêma Yogyakart hişiyariya barîna barana zêde dan.