Çalakiyên greva birçîbûnê bi vîneke xurt li dar in

Çalakiyên greva birçîbûnê ya li zindanên dewleta Tirk yên ji bo azadiya rêber Apo di roja 130’yî de ye. Bi heman armancê jî li Mexmûr û li kampa Lavrîo ya Yewnanistanê jî çalakiyên grevê dewam dikin.
Hevserokê KCD’ê Berdan Ozturk jî diyar kir ku tecrîd ser hemû Tirkiyê tê meşandin û gelê Kurd û Tirk bi têkoşînê dikarin ji vê tarîbûnê derkevin.
Ciwanên Kurd jî li dijî tecrîda li ser Rêber Apo, li bajarê Strasboûrg ê Fransayê li pêşiya avahiya CPT çalakî pêk anîn.

Çalakiyên greva birçîbûnê yên girtiyên siyasî yên ji doza PKK û PAJK’ê a ji bo azadiya Rêber Abdullah Ocalan li girtîgehên Tirkiyê dewam dikin.

Çalakiya girtiyan bi dewrgirtina koma 26’emîn di roja 130’yî de berdewam dike.

Çalakiyên greva birçîbûnê li Mexmûr û kampa Lavrîo ya Yewnanistanê didomin

Bi heman armancê, li Mexmûrê jî çalakiya greva birçûbûnê roja 109’an de dewam dike.

Çalakiya penaperên Kurd li kampa Lavrîo ya Yewnanistanê jî di roja 92’an de ye.

Parêzerên Rêber Ocalan ji bo biçin Îmraliyê serlêdan kirin

Parêzerên Rêber Abdullah Ocalan ji bo ku biçin Îmraliyê bi Rêber Apo re hevdîtinê bikin serlêdan kirin.

Heta niha bersiva parêzeran nehatiye dayîn.

Berdan Ozturk: Gelê Kurd û Tirk bi têkoşînê dikarin ji tarîtiyê derkevin

Hevserokê KCD’ê Berdan Ozturk îro di dema serdana xwe ya li Mêrsînê berteka xwe derbarê domandina tecrîda li Îmraliyê anî ziman.

Berdan Ozturk got:

“Ocalan ji Tirkiyê re hêvî ye, divê gelên Tirkiyê vî tiştî bibînin.

Ev tecrîd ne bi tenê li ser Ocalan li hemû Tirkiyê tê kirin.

Bi tecrîdê re xwestin rêzdar Ocalan bidin jibîrkirin. Lê rêzdar Ocalan em in. Ev tecrîd li me tê kirin.”

Hevserokê KCD’ê Berdan Ozturk diyar kir ku gelê Kurd û Tirk bi têkoşînê dikarin ji vê tarîbûnê derkevin.

Ciwanan li pêşiya avahiya CPT çalakiyek kir

Li aliyê din jî Ciwanên Kurd ji bo şermezarkirina bêdengiya saziyên Ewropayê ya li pêşberî tecrîda li ser Rêber Abdullah Ocalan, li bajarê Strasboûrg ê Fransayê li pêşiya avahiya CPT çalakiyek kir.

Ciwan ji bendên li dora avahiyê derbas bûn, wêneyên Rêber Apo û alên PKK’ê hildan û ji bo azadiya Rêber Ocalan bang kir.

Ciwanan têkildarî çalakiyê daxuyaniyek da û gotin ku bi rêya vê çalakiyê em dibêjin ku divê Ewropa dest ji vê siyaseta xwe ya qirêj a li ser Rêber Apo berde.

Polîsên Fransî mudaxeleyî ciwanan kir û bikêmanî 2 ciwan binçavkirin.

Back to top button