NASNAMEYA ŞEHÎDEKE ENTERNASYONELÎST EŞKERE KIR

Navenda Ragihandin û Çapemeniya YPG bi daxuyaniyekê nivîskî nasnameya şervaneke Enter nasyonelîst, eşkere kir.

Navendê di daxuyaniya xwe de wiha got:

Rêhevalê me Lorenzo Orsetti bi taybet li Dêrezorê jî li dijî çeteyên DAIŞ’ê bi wêrekî şer kir.

Şehîd Orsetti bi girêdana xwe ya şoreşa azadiyê re û bi jiyana xwe, xwedî mînak bû.

18’ê Adarê , di herêma dawî ya di bin dagirkeriya DAIŞ’ê de di encama şerekê de şehîd bû.

YPG’ê sersaxî ji malbata şehîd Orsetti re xwest û soza şopandina rêya şehîdan nû kir.

Li gorî navendê nasnameya şehîd wiha ye:

Lorenzo Orsetti (Lorenzo Orseeti) bi nasnav Tekoşer Piling , li Îtalyayê ji dayik bûye, 18’ê Adara 2019’an li Dêra zorê şehîd bû.

 

Leave a Reply

Back to top button