Balafirên artêşa Tirk a dagirker duh piştî nîvê şevê, milkên şêniyên gundê Dêrika Beravê ya Dêrikê bombebaran kir. Dagirkeran gundên Eyn Îsa û rêya M4 jî topbaran kirin.
Meclisa bajarokê Eyn Dîwarê bi daxuyaniyekê sûcên dewleta Tirk ên li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê û hedefgirtina sivîlan şermezar kir û wiha got:
“Dagirkeran trekseke gundê Dêrika Beravê kir hedef, di encamê de bi temamî şewitî.
Dewleta Tirk bi van êrişan hewl dide ewlehiya li herêmê têk bibe û tevliheviyê di navbera sivîlên li ser sînor de çêbike.”
Meclisê piştrast kir ku qutkirina jêdera zadê şêniyan û hedefgirtina milkên wan digihêje asta sûcên şer.
Tevî hebûna dewriyeyên Rûsya, lê dewleta Tirk herêmê topbaran dike û sivîlan li gundên ser sînor dike hedef.
Meclisê dawiyê bang li Rûsya û NY’î kir ku li hemberî van êrişan bisekinin.
Her weha doh di seatên êvarê de jî dagirkeran gundên Mielek, Cedîde û rêya M4 yên Eyn Îsayê jî topbaran kirin.