Ji hevalbendên NATO banga yekgirtinê hat dayîn

Di salvegera 72. a damezirandina NATO yê de hevalbendan di peyamnên xwe yên pîrozbahiyê de îşaret bi yekgirtinê kirin.

“Bi hevre em hîn bihêztirin” hevalbendên NATO bi vê sloganê peyamên xwe yên pîrozkirina salvegera 72. a NATO yê dan.

Welatên NATO diyar kirin ku di encama hevkariyê de gavên baş hatine avêtin û li dijî hewildanên li dijî wan jî wê rawestin.

Di peyamên ku bi dîmen hate weşandin de wiha hate gotin:

Ji bo parastina nirxên we bi biryardarî û bihevre wê rawestîn.

Li hemberî hewildanên ceribandinan jî xwe nûdikîn.

Em hevalbend û em NATO ne.

Rêxistina Peymana Atlantîka Bakur (NATO) piştî şerê cihanê yê duyemîn bi armanca parastina rojhilatê Ewropa, 4’ê Nîsana 1949’an hate damezirandin.

NATO weke rêxistineke siyasî û leşkerî hate avakirin.

Di nava 72 salan de ji 12 endamî gihişt 30’î û veguherî lihevkirinekê.

Back to top button