Yekgirtûya Îslamî ya Kurdistanê piştgirî da HDP’ê

Şandek Yekgirtûya Îslamî ya Kurdistanê di serdana xwe ya ji bo nûnertiya HDP’ê a li Hewlêrê, bertek nîşanî êrîşên li ser Kurdan û HDP’ê da.

Şandek Yekgirtûya Îslamî ya Kurdistanê serdana Nûnertiya HDP’ê ya Başûrê Kurdistan a li Hewlêrê kir.

Şande ji aliyê hevserok û endamên nûnertiyê ve hatin pêşwazîkirin.

Rêveberê Ofîsa Peywendiya ya Yekgirtûya Îslamî ya Kurdistanê Mihemd Daretuyî derbarê serdanê de ji Rojenws re axivî.

Mihemed behsa zextên dewleta Tirk li ser HDP’ê kir û got ku çi desthilata ku rêz li azadiya karkirina partiyên siyasî negire, demokrasiyê biçûk dixe.

Mihemd Daretuyî got ku nabe zextên li ser HDP’ê dewam bikin û nabe Tirkiye mafê gelê Kurd binpê bike, Kurd xwedî ziman in û divê rêz li ziman û çanda Kurd bigrin.

Back to top button