YE: Em careke din piştevaniya xwe ya ji bo Kievê radigihînin

Li rojhilatê Ukrayna Rûsya hêzê komdike û Kiev jî ji vê yekê aciz û tengezar e.
Yekîtiya Ewropa piştevaniya xwe ya ji bo hikumeta Kievê weke “piştevaniya bêhempa” anî ziman û got:
Em ji tevgera Moskova ya li herêmê bifikarin.

Berpirsê Bilind yê Karê derve û ewlekariyê yê Polîtîkayên YE Josep Borrell têkildarî rewşa li Ukrayuna bi Wezîrê Karê Karên Derve yê Ukrayna Dimitro Kuleba pêwendiyeke telefonî pêk anî.

Piştî peywendiyê Josep Borrell têkildarî naveroka axaftinên ku kirî daxuyaniyek da û got,

Brukselê têkildarî tevgera leşkerî ya Rûsya li herêmê nêzî Ukrayna fikarên xwe aniye ziman.

YE ji Ukrayna re qala piştevaniya xwe ya ji bo yekparbûna xaka welat û alîkariya wê kir.

Borrell dazanîn ku wê li gel Wezîrê Karê Derve yê Ukrayna û wezîrên Karê derve yê 27 welatên YE kom bibe û rewşa heyî nîqaş bikin.

Ev yek piştî ku hefteya derbasbûyî Rûsya li herêmên rojhilatê Ukrayna tevgera xwe ya leşkerî zêde kir pêk hat.

Rûsya ya ku tevger derew dernexist di heman demê de Moskovayê got, ev yek ji bo ti aliyekê negefe.

Bi vê rewşa derketî re, li herêma rojhilat di navbera artêşa Ukrayna û komên alîgirê Rûsya rewş aloztir bûye.

Li gorî daneyên NY di encama şerê ku ji 2014’an ve li herêmê despê kirî, zêdeyî 13 hezar kesî jiyana xwe ji dest daye.

Di çarçoveya aloziya heyî de gelek welatên Rojavayî piştevaniya xwe ya ji bo Ukrayna nîşan dabûn.

Back to top button