Navenda Aboriya Civakî firina Berxwedan xiste xizmetê

Bi armanca sivikkirina bar li ser şêniyan navenda aboriya civakî ya taxa Şêxmeqsûd dest bi restorakirina firina Berxwedan a otomatîk kir.

Piştî erêkirina Meclisa Giştî ya taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê, Navenda Aboriya Civakî ji nû ve dest bi aktîfkirina firinê kir.

Her wiha Endamê rêveberiya navneda Aboriya Civakî Azad Meimo diyar kir ku armanc ji vê projeyê ew e ku bar li ser şêniyan sivik bikin. Ji ber ku li her du taxan tenê du firin dixebitin û wê 20 kolan li ser bin.

Meimo da zanîn ku dê di çend rojên pêş de dest bi firina otomatîk a nûjen li taxê bikin, da ku bikeve xizmeta şêniyan.

Di 2016’an ji ber êrişên çeteyên DAIŞ’ê li dijî taxa Şêmeqsûdê zirar gihaşt firina Berxwedan ya li Şêxmeqsûd.

Niha jî Navenda Aboriya Civakî ya li taxê astengiya dabînkirina ard û mazotê dikişîne, ji ber dorpêça hikumeta Şamê.

Back to top button