Li Kampa Holê, hêzên Antî-Teror di çarçoveya lêpirsînên Operasyona Mirovî û Ewlehiyê de, 6 çeteyên DAIŞ’ê girtin.
Ajansa Nûçeyan ya ANHA’yê ragihand ku Yekîneyên Antî-Teror vê sibehê, 4 operasyonên serdegirtin û kontrolkirinê li kampa Holê pêk anîn.
Li gorî Ajansê, di encamê de, di nav de 2 jin hene, 6 çeteyên DAIŞ’ê hatin girtin.
Rayedaran da zanîn ku her du jin bi navên Um El-Berai û Um Mihemed tên naskirin û di “Dîwana Hesba” de kar dikin.
Şevê din jî, YAT’ê tirsnaktirîn serçeteyên şaneyên DAIŞ’ê yê bi navê Ehmed Xaşi ku bi navê Ebû Xalid tê naskirin, girtibû.